Li Qamislo teqîn 3 kes birîndar bûn

03 April 2022 20:25 0 dîtin
Li Qamislo teqîn 3 kes birîndar bûn

 PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 3yê Nîsanê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da.

Li gorî zanyariyan îro danê êvarê li demjimêr 18:00 li taxa Qidorbeg a nêzîkî kolana Rîcî ya Qamişloyê teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyên çavkaniyên xwecihî narincoka ku zarokan li erdê dîtîbû teqiyaye û di encama teqînê de 3 kes birîndar bûne.