Li Qamislo teqîn: 4 kes birîndar bûn
PeyamaKurd- Li xwaringeheke bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, tupê gazê teqiya.
Hate ragihandin ku îro 29ê Cotmehê li xwaringeheke bajarê Qamişloyê tupê gazê teqiya û di encamê de şewat derket.
Li gorî zanyariyan 4 kes di teqînê de birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyên bajêr.
Tîmên agirkujiyê yên şaredariyê şewata li xwaringehê vemirandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin