Li Qazaxistanê zêdeyî 150 hezar Kurd dijîn
PeyamaKurd – Kurd ku yek ji pêkhateyên girîng ên 130 komên etnîkî yên li Qazaxistanê ne, di gelek beşên welêt de rolek girîng dilîzin.
Komeleyeke ku ev zêdetirî 35 salan e ji bo xizmetkirina ziman û çanda yekta ya Kurdî li Qazaxistanê ku li gorî statîstîkên nefermî zêdetirî 150 hezar Kurd lê dijîn hatiye avakirin, heta niha jî li piraniya bajarên Kazakistanê xebatên xwe yên aktîf didomîne.
Dîroka Kurdan li Qazaxistanê ku îro zêdetirî 130 komên etnîkî yên cihê lê dijîn, ji sala 1937 û şûnde vedigere. Di demeke dijwar de piştî ku Kurd bi fermana Stalîn ji komarên din ên Sovyetê sirgûnî Qazaxistanê hatin kirin, akademîsyen û aktîvîstên Kurd "Komeleya Berbangê" ava kirin. Komele heta îro xebatên xwe didomîne.
Cîgirê Serokê Komeleya Berbang a Kurdên Qazaxistanê Agali Niyaz di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragihand, Kurd li 13 bajarên Kazakistanê amade ne û komeleya wan jî ofîsên wan hene û li van bajaran hemû karên xwe dikin.
Profesorê Têkiliyên Navneteweyî li Zanîngeha Kazak Ablai Khan li Almaty Murad Şamîlov digel karîyera xwe, di heman demê de di berdewamiya rojnameya "Zhyana Kurd" û "Nubarê" de roleke çalak dilîze.
Şamîlov, da zanîn ku ew kovara Nûbarê salê carekê derdixin û got, wan 4 hejmarên rojnameya Kurdî Zhyana Kurd derdixin û li wir nûçeyên li ser Kurdên Qazaxîstan, Rûsya û Kurdistanê derdixin.
Kurd li Qazaxistanê zêdetirî 87 sal in di nav netewe û çandên cuda de dijîn, lê niha axaftina bi Kurdî ji bo nifşê nû mijareke minaqeşeyê ye, lewra rêvebirên Komeleya Berbangê armanc dikin ku di vê mijarê de xebateke cidîtir bikin.
Alîkarê Serokê Komeleya Berbangê Îbrahîm Flit jî got, "Ya girîng ew e ku em zarokên xwe fêrî Kurdî bikin û ew jî bi Kurdî biaxivin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin