Li Qers û Erzeromê lehiyê zirar da gelek malan û ajal di ber lehîyê de çûn

15 August 2021 11:55 0 dîtin
Li Qers û Erzeromê lehiyê zirar da gelek malan û ajal di ber lehîyê de çûn

PeyamaKurd - Li bajarên Qers û Erzeromê yên herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabûn û ziyaneke mezin gihîşt deverên lehiyê daye ber xwe.

Li gorî zanyariyan li navçeya Qamûşan a Qersê û navçeya Îdê ya Erzeromê ji ber barana zêde lehî rabû û xisar gihîşt gelek mal û axuran ku gelek ajal jî bi lehiyê re çûn. 

Hat zanîn ku di lehîya ku li gundê Mjingerd ê navçeya Qamûşan a Qersê rabûye de, ligel ziyanên ser bi dehan malan, du wesayît jî di ber lehîyê de çûn û 30 dewarên welatiyan telef bûn ku pireke li ser çemê gund jî hilweşiya.