Mensûr Barzanî: Wê hemû zirarmendên lehiyê bên qerebûkirin
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Yek û Gulanê yên Pêşmergeyên Kurdistanê û Nûnerê Serok Barzanî Mensûr Barzanî, li Duhokê di civîneke rojnamevanî de got ku wê hemû zirarmendên lehiyê bên qerebûkirin.
Mensûr Barzanî îro 21ê Adarê li ser lehiya Duhokê ku zirareke mezin bi xwe re aniye axivî û got, “Her çi pêwîst be em ê ji xelkê xwe re bikin û em ê hemû pêdivîyên wan dabîn bikin. Hemû kes û malbatên ku ji ber lehiyan zirar dîtine dê bên qerebûkirin”.
Mensûr Barzanî diyar kir, “Em sozê didin ku em dê di demeke kêm de hemû lêqewimiyan qerebû bikin”.
Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Bergiriya Şaristanî ya Parêzgeha Duhokê Bêwar Ebdulezîz jî ragihand, “Ji ber wê lehiyê, sê kes xendiqîne û termên du ji wan hê nehatine dîtin”.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî Parêzgerê Duhokê Elî Teter raspartiye ku çi pêwîst be ji bo ziyandîtiyên lehiyê di demeke kurt de bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin