Li Qersê wekîl û endamên HDPê hatin binçavkirin!
PeyamaKurd- Îro li bajarê Tirkiyê li Qersê li dijî endamên HDPê operasyonek hate lidarxistin. Di operasyonê de tevî wekîlê HDPê yê berê Şafak Ozanli, gelek endamên partiyê hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku li Qersê vê sibehê seet li nêzîkî 06:00an li dijî partiya HDPê operasyonek çêbû. Di operasyonê de wekîlê Qersê yê HDPê yê berê Şafak Ozanli, Serokê bajarê Qersê yê DBPê Cengiz Anli, Şêwirmendê Wekîlê Serokê Koma HDPê Ayhan Bilgen, yê bi navê Hayati Mehmetoglu hatin binçavkirin.
Li ser vê bûyerê Ayhan Bilgen got ku Hayati Mehmetoglu, Şafak Ozanli, Cengiz Anli û parêzerên me hatine binçavkirin. Piştî ku roja hilbijartinê hate eşkerekirin, qampanyayê dest pê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin