Li rêya Wan-Elbakê berf barî: Bi dehan wesayît li ser rê asê man

11 November 2024 16:01 0 dîtin
Li rêya Wan-Elbakê berf barî: Bi dehan wesayît li ser rê asê man

PeyamaKurd – Ji ber barîna berfê li Derbenda Xoşabê ya li ser rêya Wan-Elbakê bi dehan wesayît li ser rê asê man.

Ji ber barîna berfê ya ku li Xoşabê Guzeldereyê ya li bilindahiya 2 hezar û 730 metre ya li ser rêya Wan-Elbakê dibare, ajokaran zehmetî kişand. Dema ekîbên Midîriyeta Rêyê yên Herêma 11emîn a Wanê li herêmê xebatên xwe meşandin, piştî ku rê hat vekirin bi dehan wesayîtên di rê de man ji herêmê derketin.

Rayedaran hişyarî da ajokaran ku ji ber barîna berfê berî ku bikevin rê, lastîkên zivistanê li xwe bikin û zincîran bi xwe re hebin.