Li Rihayê dema qedexeya çalakiyan meheke din hat dirêjkirin

22 October 2019 09:23 0 dîtin
Li Rihayê dema qedexeya çalakiyan meheke din hat dirêjkirin

PeyamaKurd - Walîtiya Rihayê qedexeya civîn, xwepêşandan û meşan ku mehek bû li bajar berdewam dikir bo meheke din jî dirêj kir.

Walîtiya Rihayê ya bakurê Kurdistanê, çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin bo mehek qedexe kirin.

Walîtiyê derbarê mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku di navbera 28ê Cotmehê û 28ê Mijdarê de hemû çalakî û şahiyên ku li navçe û navenda Rihayê bên organîzekirin, hatine qedexekirin.