Li rojavayê Kerkûkê boriyeke veguhestina gazê teqiya

20 May 2023 09:33 0 dîtin
Li rojavayê Kerkûkê boriyeke veguhestina gazê teqiya

PeyamaKurd Li rojavayê Kerkûkê boriyeke veguhestina gazê ya ku ji bo veguhestina gazê bo pêwîstiya navxwe dihat bikaranîn teqiya.

Li gor zanyariyan, şeva 19ê Gulana 2023an, boriya veguhestina gazê ya ser bi wêstgeha gazê ya Hencîre ya li nêzîkî gundê Bacwanê yê rojavayê Kerkûkê teqiyaye.

Hat zanîn, boriya ku teqiyaye, gazê ji bo kompaniya petrolê ya bakur vediguhêze û ji bo pêwîstiya navxwe tê bikaranîn.

Herwiha hat eşkerekirin bûyera teqînê ji ber kiryareke terorîstî nebûye û ji ber zexta gazê ya di nav boriyê de bûye.