Gundek li Kerkûkê ji ber gazê hat valakirin
PeyamaKurd – Welatiyên gundê Kizilyarê ji ber ku gaza zêde ji lûleya gazê ya li nêzî Kerkûkê diherikî, malên xwe terikandin.
Rêveberê dibistana gund Mikaîl Mecîd di daxuyaniyekê de ji K24ê re got, “Dema ku em danê sibehê mijûlî îmtîhanê bûn, saet 8.45an dengek hat bihîstin, lê me xem nekir. Paşê xwendekarekî gazî me kir. "Dema ez derketim derve min boriyeke gazê dît."
Mîkaîl Mecîd diyar kir ku ji ber gaza zêde ji boriyê diherike ji mamoste û xwendekaran xwestiye dest ji îmtîhanê berdin û derkevin derve û got, "Gund hat valakirin."
Mîkaîl Mecîd got, "Eger ba ber bi me ve babibûya, ji ber ku bêhn gelekî xerab bû, gaz dikarîbû metirsiya jiyanê li ser me bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin