DEAS ê li Kerkûkê êrîs bir ser gundekî Kurda kir
PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê, li bajarokê Daqûqê DEAŞ ê êrîşê ser gundeki Kurda yê bi navê Mensûr kir. Li gor ragihandina Basnewsê ku ji berpirsê PDK ê yê Daqûqê ji Hîwa Reşîd agahî girtiye; 8 çekdarên DEAŞ ê îro êrîş birine ser sengerekî xortên Kurd yên xwebexş yê devera Heftexwar, gundê Mensûr.
Li gor ragihandina Hîwa Reşîd, di êrîşê de xortekî ji xwebexşan birîndar bûye. Gundî ji êrîşê xeberdar bûn û bi çekên xwe êrîşa çekdarên DEAŞ ê şikandin û paşî hêzên ewlehiya Iraqê gihan gund.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin