Li Rojavayê Kurdistanê di rojekê de 10 kesan ji koronayê can da
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand ku di 24 saetên borî de 141 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 10 kes jî pê mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir; 141 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 38 kes li Hesekê, 21 kes li Qamişlo, 19 kes li Dêrikê, 7 kes li Dirbêsiyê, 7 kes li Amûdê, 3 kes li Girkê Legê, 3 kes li Cil Axa, 2 kes li Til Temir, 32 kes li Reqayê, 1 kes li Şehbayê û 8 kes li Kampa Rojê ne.
Mistefa diyar kir, 10 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser hejmara kesên bi koronayê ketine gihîşt 14822 kesan, ya mirinan bû 495 û heta niha 1506 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin