Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan ji koronayê can da

29 December 2021 18:07 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 3 kesan ji koronayê can da

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 3 kesan ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19) can daye û 12 pêketinên nû hatine tomarkirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 3 kesên din ji ber vîrusa koronayê can dane û kesek jî baş bûye.

Dr. Ciwan Mistefa herwiha ragihand, 12 kesên din jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Bi van amarên dawî re li gorî daxuyaniyên fermî hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê ji destpêkê ve bi koronayê ketine gihîşt 371184 kesan, 2514 kes baş bûne û 1503 kesa jî mirine.