Li Rojavayê Kurdistanê 10 kesan ji koronayê can da

17 December 2020 17:42 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê 10 kesan ji koronayê can da

PeyamaKurd -  Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên jêr kontrola Rêveberiya Xweser, di nav rojekê de 10 nexweşên koronayê mirin û 70 kesên din jî pê ketin.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, di nav 24 saetên borî de 10 kesan can daye û 70 kesên din jî bi koronayê ketine.

Hat diyarkirin 10 kesên wefat kirine 3 kes li Hesekê, 2 kes li Şehbayê, 2 kes li Kobanî, 3 kes li Qamişlo, Amûdê û Kampa Holê ne.

Bi van amarên dawî re heta niha 7,651 kes li Rojavayê Kurdistanê koronayê ketine, 251 kes mirine û heta niha 1089 kes jî baş bûne.