Li Rojavayê Kurdistanê di rojekê de 17 kesan ji koronayê can da

04 November 2021 16:31 0 dîtin
Li Rojavayê Kurdistanê di rojekê de 17 kesan ji koronayê can da

PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê rewşa 24 saetên dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 17 kesên din li herêmên wan ji ber koronayê can dane û 174 kes jî bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine.

Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 4 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi van amarên dawî re li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 36172 kesan, ji wan 2463 kes baş bûne û 1394 kes jî mirine.