Li Rojhelatê Kurdistanê lehiyê rêya dehan gundan asê kir

25 March 2024 13:21 0 dîtin
Li Rojhelatê Kurdistanê lehiyê rêya dehan gundan asê kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li parêzgeha Loristanê ya Rojhelatê Kurdistanê, ji ber barana zêde lehî rabû û rêya sereke ya 10 gundan hatiye girtin û elektrîka bajarê Dilfendê û nahiyeyên wê jî qut bûye.

Ji doh ve li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê pêleke baranê destpê kiribû.

Ji ber barana zêde li parêzgehê rêyên bi dehan gundan hatin girtin û li çend bajar û nahiyeyan jî elektrîk qut bû.

Qaymeqamê Koyeşitê yê parêzheha Loristanê Mihemed Mûradî li ser barana zêde û lehiya ku bi xwe re hanî daxuyaniyek belav kir.

Mûradî got: “Ji ber barana zêde asta ava Sêmereyê bilind bûye û bûye sedema lehiyê û ji ber lehiyê jî rêyên 10 gundan ji çûnûhatinê re hatine girtin.”

Li gorî daxuyaniya Mihemed Mûradî navên wan gundên ku rêyên wan hatine girtin wiha ne: Çem Berizo, Çem Neqdelî, Qebr Mihemmed Mûrad, Husên Beg, Çem Mîrbeg, Çem Letûr, Siya Kemerizalî, Sergundawî Serû, Sergundawî Xwarû, Kakawend.”

Mihemed Mûradî da zanîn ku tîmên rizgarkirinê ji bo vekirina rêyeke din dest bi xebatan kirine.