Li Rojhilatê Kurdistanê gaz teqiya: Avahîyek hilwesiya, 2 kesan can da
PeyamaKurd – Li qezaya Newsud a bajarê Pawe ya parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber teqîna boriya gazê avahiyeke 3 qatî hilweşiya.
Hat ragihandin ku di encama teqînê û herifîna avahiyê de, 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn ku birînên 4 kesan giran in.
Hat diyarkirin ku bûyer îro 9ê Hezîranê danê sibehê rû daye û ji ber kunbûna boriya gaza malan, gaz di nav avahiyekê de belav bûye û agir pê ketiye.
Serokê Bihewarveçûna Bilez a Kirmaşan Humen Refîî derbarê bûyerê de ragihand: “Di teqînê de 8 kes birîndar bûn, yek ji wan bo Nexweşxaneya Kirmaşan hat veguhestin, 4 kes li Nexweşxaneya Pawe hatin razandin û 3 kes jî bi sivikî birîndar bûne û çareserî ji bo wan hatiye kirin.”
Herwiha Qeymeqamê bajarê Pawe Erdeşîr Rustemî jî da xuyakirin ku her du kesên can dane dayîk û keçeke zarok in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin