Li Rojhilatê Kurdistanê rêyên bi dehan gundan hatin girtin
PeyamaKurd – Wekî bajarên Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfa zêde û rewşa xirab a hewayê, li Rojhilatê Kurdistanê jî rêyên bi dehan gundan hatine girtin ku welatî gazinan ji rayedaran dikin ku rê nayên paqijkirin û dereng dimînin.
Li gorî zanyariyan, ji ber berfa zêde rêyên bi dehan gundan li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin ku hejmarek welatî di navbera Sine û Urmiyê de asê mane û dibêjin, aliyên pêwendîdar wek tê xwestin rêyan ji berfê paqij nakin.
Li bajarokên Şino, Tergewer, Mergewer Mêrge, Mêrgan û Gagaşê yên parêzgeha Urmiyê û rêyên Jalane û Hewraman û rêyên parêzgeha Sina ji ber berfê bi giştî rastî gelek pirsgirêkan hatine. Sedema sereke ya wan pirsgirêkan jî rê yek alî ye û dereng tê paqijkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin