Li Rojhilatê Kurdistanê welatiyan îro dest bi grevê kirin
PeyamaKurd – Li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê welatiyan îro dest bi grevê kirin.
Li gor zanyariyan vê sibê li bajarên Sine, Seqiz, Bane, Kirmaşan û Merîwan grevê destpê kir û wek nerazîbûnê dikan û bazar nehatin vekirin.
Hat zanîn ku li bajarê Sine hêzeke zêde ya emnî hatiye belavkirin û li çend cadeyan jî dûkêl tê dîtin. Çavkaniyên xwecîhî diyar dikin ku li Bane û Seqiz jî dikan bi giştî girtî ne.
Herwiha li gor wan vîdeoyên ku hatine belavkirin, li bajarên parêzgeha Sîstan û Belûcistanê jî greva giştî destpê kiriye. Li bajarên Zahidan, Xaş, Rasek û çend bajarên din ên wê parêzgehê dikanadaran bi armanca pêşandana nerazîbûnê di çilemîn roja kuştina xwepêşanderên Belûc de, dikan û bazarên xwe venekirine.
Hat ragihandin, bi armanca piştgirîkirina Belûcan û di çileya canjidestdana nêzîkî 100 Belûcan de li Zahidanê, îro Çarşembê 9ê Mijdara 2022 wek roja greva giştî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatiye diyarkirin û biryar e ji nîveroya îro ve li hemû bajaran, bi armanca şermezarkirina kuştina Belûcan di “Îna Bixwîn a Zahidan” de, xwepêşandana giştî destpê bike.
Hêjayî gotinê ye, berî 40 rojan di roja Înê ya 30 Cotmeha 2022 de li Zahidanê piştî nimêja Înê xwepêşandanê destpê kir. Lê hêzên ewlekariyê rûbirûyê xwepêşanderan bûn û li gor amarên Kampanya Çalakvanên Belûç, 98 kes di wê rojê de bi guleyên rasterast ên hêzên emnî yên Îranê can dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin