Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê li hember kustina Jîna Emînî dest bi grevê kirin
PeyamaKurd – Welatiyên Rojhilatê Kurdistanê wek nerazîbûna li hember kuştina keça Kurd Jîna Emînî, li piraniya bajar û bajarokên Rojhilat û Îranê dest bi grevê kirin û dikan û bazar hatin girtin û welatî di malên xwe de man.
Di çarçoveya grêvê de, welatiyên bajarên Seqiz, Merîwan, Sine, Bane, Dêwilan, Bokan, Mehabad, Serdeşt, Şino û Ciwanro dikanên xwe girtine û rê û kolan vala ne.
Li gor zanyariyan, li ser banga Navenda Hevkariyê ya partiyên Rojhilata Kurdistanê û bi armanca nîşandana nerazîbûnê li hember kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsa Tehranê ve, welatiyan dikan û cihên xwe li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê girtine.
Herwiha Li hemberê jî, Komara Îslamî ya Îranê hêzeke mezin a ewlekarî û leşkerî li nava bajaran belav kirine.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Jîna Emînî keçeke Kurd a 22 salî bû, roja 13ê Îlona 2022an bi birayê xwe re ji bajarê Seqizê serdana Tehranê kiribû û ji ber ku hîcaba xwe bi awayekî rêkûpêk girênedaye ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û piştî du saetan ji ber îşkencedanê ji bo nexweşxaneyê hat birin û roja 16ê mehê li nexweşxaneyê can da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin