Li Rojhilatê Kurdistanê 2 welatiyên Kurd xwe kustin
PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê, du welatiyên Kurd xwe kuştin û dawî li jiyana xwe anîn.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî, xortekî Kurd li bajarê Bokanê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve benik avêtiyê stuyê xwe û bi xwehilawîstinê dawî li jiyana xwe aniye.
Navê wî xortî Hîwa Kakî hatiye ragihandin û li gor zanyariyan, wî xortî bi sedema bêkarî û hejariyê xwe kuştiye.
Herwiha li Urmiyê jî kesekî dawî li jiyana xwe aniye. Li gor agahiyan, li gundê Dizeya Dolê ya ser bi devera Mergever a bajarê Urmiyê ve, kesekî 40 salî ku nasnameya wî nehatiye zanîn, xwe kuştiye. Sedema xwekujiya wî kesî, başnebûna rewşa wî ya psîkolojîk û hebûna nexweşiya xemokiyê hatiye ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin