Rojhilatê Kurdistanê | Di 11 rojan de 18 welatiyên Kurd hatin kustin

27 September 2022 11:33 0 dîtin
Rojhilatê Kurdistanê | Di 11 rojan de 18 welatiyên Kurd hatin kustin

PeyamaKurd – Di encama xwepêşandanên Îranê de, 18 welatiyên Kurd hatine kuştin.

Li gor raporta ji aliyê navenda mafên mirova ya Hengawê ve hatiye belavkirin, xwepêşandanên dijî kuştina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in û hêzên rejîmê jî êrîşên xwe yên ser welatiyan didomînin.

Herwiha Hengawê eşkere kiriye ku di çarçoveya 11 rojên xwepêşandanên heyî de, 18 welatiyên Kurd bi êrîşa rasterast a çekdarên rejîmê hatine kuştin.

Herî dawî Hengawê destnîşan kir, li Şino 4, li Urmiye 3, Şahabad 3, Kirmaşan 2, Dîwandere, Seqiz, Îlam, Dêwelan û Pîranşarê jî her yek 1 kes bi giştî 18 welatiyên Kurd hatine kuştin.