Rojhilatê Kurdistanê | 6 welatiyên din ên Kurd sehîd bûn
PeyamaKurd – Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê do bi şev xwepêşandanên mezin hatin kirin û di encama wan de 6 welatiyên din yên Kurd şehîd bûn.
Li gor zanyariyan, do bi şev li bajarên mezin ên Rojhilatê Kurdistanê weke Sine, Bokan, Seqiz, Kamiyaran û Mehabadê li dijî rejîma Îranê xwepêşandanên gelek mezin hatin kirin.
Herwiha di xwepêşandanan de hêzên rejîmê êrîşî ser xelk kirin û di encama êrîşan de li Bokan, Kamiyaran û Seqizê bi giştî 6 welatiyên din yên Kurd şehîd bûn.
Hat zanîn ku li Bokan û Kamiyaran û gundên wan her du bajaran jî xelk gelek navendên rejîmê bi taybetî navendên Besîc û Îtlaatê şewitandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin