Li Rojhilatê Kurdistanê greva gistî du rojan dom kir: 4 Kurd hatin sehîdkirin
PeyamaKurd – Li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê, du rojan ango rojên Sêşem û Çarşemê ji bo protestokirina rejîma Îranê greva giştî hat kirin.
Di dema birêveçûna greva giştî de, serhildanên dijî rejîmê jî dewam kirin û li gorî zanyariyên çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê, 4 kesên din ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.
Hat zanîn ku herî dawî îro Burhan Keremî li bajarê Kamêranê, şeva borî jî Fuad Mihemedî li bajarê Kamêran, Îsa Bêglerî û Zaniyar Elamuradî jî li bajarê Sine hatine şehîdkirin.
Li aliyê din di çarçoveya greva giştî de, li bajarên Sine, Merîwan, Mahabad, Bokan, Seqiz, Şino, Dîwandere, Dêwolan, Ciwanro, Kamêran, Riwanser, Qurwe û hin bajarên din greva giştî du rojan dewam kir û dikan û bazar hatin daxistin.
Dîsa li bajarên Îranê yên weke Tehran, Îsfehan, Meşhed, Şahînşehir û hin deverên din jî beşdariya greva giştî hat kirin û dikan û bazar hatin daxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin