Li Rojhilatê Kurdistanê 102 kes, bi gistî 434 kes hatine kustin
PeyamaKurd – Protesto û serhildanên dijî rejîma Îranê yên di meha îlonê de, piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî dest pê kiribûn û li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûbûn, tevî êrîşên tund ên hêzên Îranê zêdetirî du meh in bênavber dewam dikin.
Hêzên Îranê bi nîşangirtina rasterast û guleyên rastîn êrîşên ser xwepêşanderan berdewam dikin.
Li gorî rapora dawî ya Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ji destpêka xwepêşandanan heta niha, 434 kesên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin ku ji wan 60 kes zarok in.
Ji kesên hatine kuştin 102 kes tenê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne ku bi destê hêzên rejîmê hatine şehîdkirin
Herwiha HRANAyê eşkere kiriye ku heta niha 17 hezar û 473 xwepêşander hatine binçavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin