Mirîsoyekî Rojhilatê Kurdistanê: Girtî bi îskenceyên hovane têne kustin

21 December 2022 22:25 0 dîtin
Mirîsoyekî Rojhilatê Kurdistanê: Girtî bi îskenceyên hovane têne kustin

PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên ji nav girtîgehên Îranê, hêzên rejîmê di girtîgehan de bi rêkûpêkî îşkenceyê li girtiyan dikin û heta niha gelek kesên hatibûn binçavkirin jî ji ber îşkenceyên hovane can dane.

Çavkaniyên nêzî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihandine ku rejîma Îranê di girtîgehên xwe de bi awayekî hovane welatiyên binçavkirî îşkence dike û diyar dikin, mirîşoyên goristanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê vê yekê eşkere dikin.

Mirîşoyekî goristaneke Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber parastina ewlehiyê navê wî nehatiye eşkere kirin li ser îşkenceya hêzên Îranê li girtîgehan wiha gotiye:

“Dema termê wan xortan dişom dizanim û dibînim ku çi bi ser wan anîne û li ser leşê wan kesan cihê daxkirinê bi utiyên elektrîkê xuya bûye, û hin kes hebûn ku ji ber sedema lêdan û hebûna birînên zêde, min nekariye wan bişom.”