Li Rûsyayê di kargeheke petrolê de sewatek mezin derket
PeyamaKurd – Li herêma Krasnodar a Rûsyayê di depoya petrolê de şewat derket.
Li gor medyaya Rûsyayê da zanîn, li herêma Krasnodar a Rûsyayê di depoya petrolê de şewat derket û şewat ji ber ketina balafireke bêpîlot a li tesîsê derketiye.
Waliyê Krasnodar ê nêzî Kirimê Veniamin Kondratiyev bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, li herêmê di tesîsa embara petrolê de şewat derket.
Kondratiyev bal kişand ku ji bo vemirandina şewata ku li qadeke bi qadeke 1200 metrekare belav dibe xebat didomin ü daxuyand ku ji ber şewatê kuştî û birîndar tune ne.
Li aliyê din çapemeniya Rûsyayê jî eşkere kir, bûyer ji ber ketina balafireke bêmirov a li tesîsê pêk hatiye.
Tesîsa depokirina petrolê ya li Kirimê ku ji aliyê Rûsyayê ve hatibû bidestxistin, di 29ê Nîsanê de jî bi balafireke bêmirov hatibû êrîşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin