Li Sêwerekê erebe li mirovekî xist û ew mirov can da
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêwerekê Şehmus Akdağ (68) dema derbasî aliyê dinê yê rê dibû, otomobîlekî lê xist û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê ajotvanê otomobîlê Abdullah xistin binçav.
Qeza li Bûlwara Bediuzzaman Said Nursi qewimî. Dema qeza çêbû, bi ambûlansê Akdağ birin nexweşxana dewletê ya Sêwerekê û Akdağ li nexweşxanê can da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin