Serok Barzanî: Kinyazê Îbrahîm mirovekî nistimanperwer ê Kurdên Kazaxistanê bû

09 August 2021 09:37 0 dîtin
Serok Barzanî: Kinyazê Îbrahîm mirovekî nistimanperwer ê Kurdên Kazaxistanê bû

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, di derbarê koça dawî ya rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Kinyazê Îbrahîm de, peyamek belav kir û diyar kir, Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, mirovekî niştimanperwer ê Kurdên Kazaxistanê bû. Xwedan rolek berçav di bihêzkirin û komkirina diyaspora Kurd li welatên Sovyeta berê de hebû, di warê zanistî û edebî de jî gelekî xizmeta Kurdan kir.

Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, do ji ber nexweşiya Koronayê li nexweşxaneya bajarê Almata yê Kazaxistanê koça dawî kiribû.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi xemgîniyek mezin me xebera koça dawî ya akademîsyenê Kurd û Serokê Federasyona Navdewletî ya Kurdan li Sovyeta berê Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bihîst.

Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, mirovekî niştimanperwer ê Kurdên Kazaxistanê bû. Xwedan rolek berçav di bihêzkirin û komkirina diyaspora Kurd li welatên Sovyeta berê de hebû, di warê zanistî û edebî de jî gelekî xizmeta Kurdan kir.

Ez serxweşiyê didim malbata û mirovên Prof. Kinyazê Îbrahîm û endamên Federasyona Navdewletî ya Kurdên Sovyeta berê û Kurdên Kazaxistanê û ez xwe şirîkê xema wan dibînim. Ji Xwedayê mezin dixwazim giyanê rehmetî bi bihişta berîn şad bike û sebir û hedarê bide her kesî.