Li Semsûrê du otomobil li hev ketin: 7 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Besniyê xortekî 16 salî ku otomobîlê dajot, li otomobîlekî dinê xist û di encamê de 7 kes birîndar bûn.
Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Besniyê. Otomobîla ku K.A. dajot li belda Koseceliyê li gundê Tetirliyê li ya ajotvanê bi navê Z.G. xist. Di qezayê de Z.G.,S.G., M.A.G. birîndar bûn.
Hat gotin ku rewşa birîndaran başe û li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin