Li Semsûr, Keyserî û Samsûnê erdhej çêbûn

10 March 2023 11:02 0 dîtin
Li Semsûr, Keyserî û Samsûnê erdhej çêbûn

PeyamaKurd – Li navçeya Sincik a Semsûrê bi lerza 4,1, li navçeya Hacilara Keyseriyê 4,8 û li navçeya Çarşamba ya Samsûnê 4 pileya erdhejê pêk hat.

Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, erdhejeke bi mezinahiya 4,1 pêk hat ku navenda wê navçeya Sincik a Semsûrê ye.

Hat diyarkirin, erdhej 7,24 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

KEYSERÎ

Li gorî agahiyên li ser malpera AFADê, erdhejeke bi lerza 4,8an pêk hat ku navenda erdhejê navçeya Hacîlar a Keyseriyê bû.

Hat diyarkirin, erdhej bi kûrahiya 7 kîlometreyan pêk hatiye.

Alîkarê Parêzgarê Keyseriyê Şenol Esmer di daxuyaniya xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir, li gor tesbîtên ewil neyîniyek tune ye û yekîneyan xebatên xwe yên kontrolkirina qadê dewam dikin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Keyseriyê Memduh Buyukkiliç jî parve kir, "Li gorî agahiyên destpêkê rewşa me ya neyînî nîne. Ekîbên me li qadan, di nobetê de ne. Ji kerema xwe hurmetê bidin daxuyaniyên fermî. Rebbê min me ji hemû felaketan biparêze." "

SAMSÛN

Herwiha li gorî agahiyên li ser malpera AFADê li Behra Reş a 69,71 kîlometre dûrî navçeya Çarşamba ya Samsûnê erdhejek bi pileya 4 pêk hat.

Hat tesbitkirin, erdhej 19,26 kilometre di bin erde behre da çebü.