Li Meres û Semsûrê 2 erdhej çêbûn

01 March 2023 12:02 0 dîtin
Li Meres û Semsûrê 2 erdhej çêbûn

PeyamaKurd – Îro danê sibê li Mereş û Semsûrê 2 erdhejên bi lerza 4,4 û 4,2 pêk hatin.

Li gorî agahiyên ku di Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Acilê (AFAD) de hatin dayîn; Li navçeya Ekînozûya Mereşê erdhejeke bi lerza 4,4an pêk hat.

Hat ragihandin ku erdhej di saet 05:23an de hat kirin û kûrahiya wê 7,01 kîlometre hat pîvandin.

Li Semsûrê bi lerza 4,2an erdhejek pêk hat. Bi kûrahiya erdheja ku di saet 07.15an de pêk hat 6,4 kîlometre hat qeydkirin.

Li gorî daneyên AFADê, piştî erdhejên bi lerza 7,7 ku navenda wê navçeya Pazarcika Mereşê bû û bi lerza 7,6an jî li Elbîstanê pêk hat, 11 hezar û 20 erdhejên piştî erdhejê pêk hatin.