Li ser binpêkirinan Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê serdana Efrînê kir

23 September 2020 10:53 0 dîtin
Li ser binpêkirinan Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê serdana Efrînê kir

PeyamaKurd – Li ser binpêkirinên komên çekdar, Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Demkî ya Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Selîm Idrîs, serdana herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir, bi hin kesan re civiya û pirsa binpêkirinên komên çekdar ji welatiyan kir.

Li gor çavkaniyên ji nav bajarê Efrînê, piştî Wezîrê Berevaniyê yê Hikûmeta Demkî ya Îtîlafa Opozisyona Sûriyê Selîm Idrîs roja yekşemê li ser baregehên komên çekdar geriya, li nav bajarê Efrînê bi hejmarek kes re civiya û Idrîs pirsa binpêkirinên komên çekdar ji welatiyan kiriye.

Binpêkirinên komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê li dijî welatiyên Efrînê, bûn mijara raporteke komîteya lêkolînê di derbarê Sûriyê ku tê de hatibû destnîşankirin, komên çekdar ên girêdayî “Artêşa Niştimanî” tawanên şer li dijî Kurdên Efrînê û Serê Kaniyê kirine.

Derbarê vê raportê de, Cîgira Serokê Îtîlafê Rûba Hebûş daxuyaniyek da û got: “Di derbarê raporta komîteya lêkolînê ya serbixwe ya pêwendîdarî dosyaya Sûriyê ku vê dawiyê ji bo Encûmena Mafê Mirovan a komeleya giştî ya Neteweyên Yekbûyî re hatiye pêşkêşkirin, komîteya yasayî ya Îtîlafa Niştimanî li vê raportê vegeriya. Berpirsiyariya me li hember şoreşa me û xelkê me li bakurê Helebê û tevahiya gelê Sûriyê, herwiha li hember me bi xwe jî, me neçar dike ku em li ser wan tiştên di raporta komîteya lîkolînê de hatine bi hûrbînî rawestin û temaşeyî hûrgiliyên wê bikin û bibînin eger rast ew binpêkirin hatine kirin, û eger hin binpêkirin hatibin kirin û wekî pêwîst nehatibin belgekirin."

Tevî serdanên berpirsên opozisyona Sûriyê û raport û daxuyaniyên rêxistinên navdewletî, li Efrînê binpêkirin berdewam dikin.