Li Serê Kaniyê gule resandin ser xwepêsanderan: 2 kes birîndar bûn

16 June 2020 21:01 0 dîtin
Li Serê Kaniyê gule resandin ser xwepêsanderan: 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh 15ê Hezîranê li gundên Bab Xêr û Um Eşibê yên Serê Kaniyê li dijî komên çekdar ên ew der dagir kirine, xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li gorî SOHRê, xelkê Serê Kaniyê doh xwepêşandanek li dijî kiryarên komên çekdar ên binpêkirinên mafên mirovan, desteserkirina erdan, zekata bi zorê û şewitandina zeviyên cotkaran li dar xistine.

Hat diyarkirin ku çekdaran dema xwepêşandanê bê serûber gule bi ser wan de reşandine û 2 xwepêşander birîndar bûne.