Li Serêkaniyê agir bi genimê dewletê ket
PeyamaKurd- Li navçeya Serêkaniyê ya bi ser bajarê Rihayê de, li araziyê dewletê ku li dora 180 hezar donume, şewat derket û di encamê de zerara dewletê li dora 1240 ton hat tesbîtkirin. Ev jî dike 3 hezar û 895 dekar arazî ku şewitiye. Arazî bi xwe yê wezareta Zîraî û Daristanê ye. Wezaret ragihand ku di sîstema avdaniyê de jî zerar çêbûye.
Li gor ragihandina wezaretê agir bi 3 ciyan ketiye û bi sedema ku ba jî xurt hatiye, şewat zêdebûye. Lê mudaxeleya îtfaiyê û xebatkarên ciyê bi navê TİGEM ê siet li dora 20.00an de dest bi mudaxele kirine û karibûne rê li ber şewatê bigrin.
Li Serêkaniyê, li ser ew çend arazî bo sala 2019ê, dewlet li benda hilberîna 180 hezar ton dehle.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin