SANA: Artêsa Tirkiyê îro Serêkaniyê bi temamî dagir kir
PeyamaKurd – Ajansa Fermî ya Dewleta Sûriyê SANAyê ragihand ku îro artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve bajarê Serêkaniyê dagir kirin.
SANAyê da zanîn ku piştî derketina karwanek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bajarê Serêkaniyê, artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve, bajar bi temamî dagir kirin.
Hêjayî gotinê ye HSDê di çarçoveya agirbesta navbera Amerîka û Tirkiyê de, diviyabû di nav 120 saetan de bajar bihêle û derkeve ku 17ê mehê agirbestê dest pê kiribû.
Jêderên herêmê jî radigihînin ku karwaneke HSDê ji bajarê Serêkaniyê derketiye û ber bi Hesekê ve çûye.
Li gorî SANAyê, vekişîna HSDê ji Serkaniyê piştî wê yekê tê, doh Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihandibû, Tirkiye rê nade HSDê hêzên xwe ji Serêkaniyê vekişîne û astengiyan derdixe.
Mezlûm Ebdî gotibû, Tirkiye rêkeftina agirbestê binpê dike û heger Tirkiye pabendî rêkeftinê nebe, ewê wê rêkeftinê bi “plangirî” li dijî hêzên xwe bi nav bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin