SANA: Artêsa Tirkiyê demografiya Serê Kaniyê diguhêre
PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Hikûmeta Sûriyê radigihîne, artêşa Tirkiyê 1500 kes ji malbatên komên çekdaran li 2 taxên Serê Kaniyê bicih kirine.
SANAyê Sûrî belav kir, artêşa Tirkiyê li ser bicihkirina malbatên çekdaran li Serê Kaniyê berdewam e û di dema dawî de 1500 kes li her du taxên Xerbat û Hewarnê yên wî bajarî bicih kirine.
Li gorî zanyariyên wê ajansê li ser bicihkirina malbatan û parvekirina malan, pevçûn di navbera komên çekdar de jî derketiye.
SANA artêşa Tirkiyê tometbar dike, ku ji meha Cotmeha 2019an ve, kiryarên xirab bi serê xelkê herêmên dagîr kirine dike, ta wan neçar bike ku koçber bibin û bi malbatên çekdarên terorist li şûna bicih dike û plana guhartina demografî dike.
Ji aliyê xwe ve, partî û rêxistinên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê jî artêşa Tirkiyê bi wê yekê tometbar dikin, ku armanca wê ji êrîşa li ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê ew e, demografiya herêmên Kurdî biguhêre û nasnameya wan a Kurdî têk bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin