Gundewarên Serê Kaniyê ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin
PeyamaKurd – Bajarokê Zerganê yê li rojhilatê Serê Kaniyê, ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, hat topbarankirin.
Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, şeva borî derdora bajarokê Zerganê topbaran kirin.
Hêzên Tirkiyê û komên çekdar herwiha gundê El-Ebûş jî li heman navçeyê topbaran kirin.
Hejayî bibîrxistinê ye, du hefteyên dawî êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên bi ser navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk de ne û bi taybet li derdora Serê Kaniyê û Eyn Îsa û rêya navdewletî ya M4, zêde bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin