Gundewarên Eyn Îsa ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin
PeyamaKurd – Gundewarên Eyn Îsa, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê hatin topbarankirin. Herwiha yekem car e artêşa Sûriyê binkeyên çekdaran topbaran kir.
Zanyarî didin zanîn, derengiya şeva borî, artêşa Tirkiyê gundên Hoşan û Salimiyê yên li rojavayê Eyn Îsa topbaran kirin. Di encama topbarankirina wan her du gundan de, ku dikevin herêma nêzîkî rêya M4 ji aliyê Tirkiyê ve, ziyanên mezin gihîştin malên hemwelatiyan.
Herwiha artêşa Sûriyê ku piştî destpêkirina şer li Eyn Îsa ev zêdetirî salekê ye li rojhilatê Eyn Îsa bicih bûye, bingehên çekdaran ên li bakurê Eyn Îsa topbaran kirin.
Eyn Îsa bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar bikeve destê Tirkiyê û çekdaran, wê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qut bibe.
Bajarê Eyn Îsa, 47 kîlometreyan dûrî bajarê Reqa ye, 66 kîlometreyan li başûrê rojhilatê Kobanî ye û 30 kîlometreyan ji navenda bajarê Grê Spî dûr e ku ew jî di bin destê hêzên Tirkiyê û komên çekdar de ye.
Girîngiya stratejîk a Eyn Îsa ji wê yekê tê ku li ser rêya navdewletî ya M-4 Rodko ye. Rêya M-4 Cizîra Rojavayê Kurdistanê bi Heleb, Laziqiyê, Hims, Hema û Şamê ve girêdide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin