Amediyê | Ji ber serê di navbera PKK û artêsa Tirkiyê de 202 gund vala bûn
PeyamaKurd – Li devera Amêdiyê, ji ber şerê di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de, 202 gund vala bûn. Şêniyên deverê daxwaza çareseriyê dikin û dibêjin, ji 6 milyar Dînaran zêdetir ziyan gihîştiye wan.
Ji ber şerê PKK û artêşa Tirkiyê ve, rojane gundên li devera Amêdiyê di bin metirsiyê de ne û ziyan jî bi awayekî berdewam li wan dibe. Welatiyên wê deverê dibin qurbaniyên wî şerî û j gundên xwe xala dikin û jê derketine.
Welatiyekî deverê Macid Yûsif, daxwazê ji her du aliyên şer dike ku şerê xwe rawestînin, ji bo xelkê wê deverê vegere ser mal û milkên xwe û bi aramî bijî.
Ji 250 gundên devera Amêdiyê, 202 gund vala bûne û welatî nikarin li cihê bav û bapîrên xwe bijîn û heta niha jî 34 welatiyên wê deverê di encama şer PKK û Tirkiyê de şehîd bûne û bi dehan jî kes birîndar bûne.
Li gor Qaymeqamê Qezaya Amêdiyê Îsmaîl Mustefa diyar kiriye, devera wan bûye qurbaniya her du aliyên şer û daxwaz kir ku divê di zûtirîn dem de ev pirsgirêk were çareserkirin.
Parlamentera Parlamentoya Kurdistanê Kilara Udîşo daye zanîn, hemû pêkhateyên vê deverê bûne qurbanî û hin top li kenîseyan jî ketine. Hikûmeta Iraqê heta niha ti helwesteke zelal nîşan nedaye ji bo çareseriyek ji vê pirsgirêkê re were dîtin.
Herwiha ziyanên sektora geştiyarî û çandiniyê gelek zêde bûne û xwediyên pez jî nizanin ber bi ku ve biçin. Ji ber şerê PKK û Tirkiyê jî, bi qasî 6 milyar Dînar ziyan gihîştiye deverê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin