SANA: Artêsa Sûriyê li sînorên Tirkiyê hêzên xwe belav dike

14 November 2019 20:45 0 dîtin
SANA: Artêsa Sûriyê li sînorên Tirkiyê hêzên xwe belav dike

PeyamaKurd - Ajansa fermî ya dewleta Sûriye SANAyê ragihand ku rejîma Sûriyê li ser sînorê bajarên Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê yê hevsînorên Tirkiyê hêzên xwe bicih dike.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê jî ji vê êvarê hêzên parastina sînoran ên hikumeta Sûriyê, ji gundê Til Ziywan ê di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de belav bûn û wê li Dêrikê jî, li gundê Êndiywar, xalên xwe deynin.

SANAyê jî bi zarê rayedarên Sûriyê ragihand, li ser sînorê bi Tirkiyê re ji bajarê Çilaxa heta Dêrikê li rojavayê Kurdistanê Hêzên Parastina Sînoran ên rêjîmê belav bûne.

Li gorî nûçeyê wê ew hêz li 6 xalan bicih bibin ku dirêjahîya 60 km sînorê Tirkiyê digire nav xwe. 

Hat zanîn ku belavbûna Hêzên rêjîma Sûriyê li ser sînorê bi Tirkiyê re, di çarçoveya Sûriyê û ya HSDê re ye ku piştî êrîşên Tirkiyê rêkeftineke leşkerî hatibû kirin.