SANA: Tirkiyê li Til Temirê êrîsî artêsa Sûriye kir

25 October 2019 09:26 0 dîtin
SANA: Tirkiyê li Til Temirê êrîsî artêsa Sûriye kir

PeyamaKurd - Ajansa dewleta Sûriyê SANAyê ragihand ku hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê roja pêncşemê li bakurê rojhilata Sûriyê li bajarê Til Temirê êrîş birin ser hêzên wê.

Li gor nûçeya SANAyê ku hêzên Tirkiyê û komên ser bi wan li Til Temir êrîş birine ser xaleke artêşa Sûriyê û hêzên Sûriyê jî bersîva wan dane. Di encama êrîşê de kuştî û birîndarên leşkerên Sûriyê çêbûne.

Herwiha SANAyê belav kiriye ku hêzên Tirkiyê hewl didin gundên li dorûbera Til Temirê bixin bin kontrola xwe.

Piştî êrîşa Tirkiyê û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê hêzên rejima Sûriyê derbasî bajarên Rojavayê Kurdistanê bibûn bo parastina bajarên Rojavayê Kurdistanê beramber êrîşên Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ku Tirkiye piştevaniyê li wan dike.