Artêsa Tirkiyê êrîsî Til Temirê kir: Çekdarek hat kustin û gelek birîndar bûn
PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê êrîşî Til Temirê kir, lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê bersiv da û di encamê de çekdarek hat kuştin û gelek birîndar bûn.
Piştî çend saetan ji ragihandina HSDê ya serkeftina li dijî çekdarên DAIŞ’ê li Hesekê, artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê êrîşî Til Temir kirin.
Çekdaran êrîşên bejahî li ser gundê Til El-Leben ê başûrê rojavayê Til Temirê pêk anîn.
Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan da û di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çekdarên wê de, çekdarek hat kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Herwiha şer di navbera çekdar û Meclisa Leşkerî ya Til Temirê de heta derengiya şevê berdewam bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin