Artêsa Tirkiyê êrîsî navçeya Til Temirê kir: Kesek hat kustin

09 August 2022 13:32 0 dîtin
Artêsa Tirkiyê êrîsî navçeya Til Temirê kir: Kesek hat kustin

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê êrîşî navçeya Til Temirê kir û di encamê de kesek hat kuştin. 

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihandiye, Tirkiyê gundê Selmase yê li başûrê rojavayê Til Temirê bombebaran kir. 

Herwiha eşkere kir, di encama êrîşê de welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê (55) bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê can da.