Agirbest hat binpêkirin: Li gundên Serêkaniyê serekî dijwar diqewime

24 October 2019 15:04 0 dîtin
Agirbest hat binpêkirin: Li gundên Serêkaniyê serekî dijwar diqewime

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundên dorûbera Serêkaniyê komên çekdarên tundrew ên girêdayî artêşa Tirkiyê agirbest binpê kirine û şer ji nû ve dest pê kiriye.

Li gorî çavkaniyên herêmê, komên çekdarên tundrew ên girêdayî Tirkiyê êrîşî gundên Menacîr, Cafa û Esediyê yên Serêkaniyê kirin.

Şervanên HSD/QSDê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dan û heta van kêliyan jî hat ragihandin ku şerekî dijwar li wan gundan diqewime.

Hêjayî gotinê ye, îro beriya destpêkirina şer û pevçûnan li gundên Serêkaniyê çavkaniyên HSDê ragihandibûn ku li herêmên di navbera bajarokê Elok û navçeya Zirganê de yên ser bi Serêkaniyê ve tevgera leşker û komên çekdarên girêdayî wan heye.

Herwiha Berdevkê Ragihandinê yê HSDê Mustefa Balî jî li ser medya civakî behsa êrîşên ser gundên Serêkaniyê kir û ragihand, artêşa Tirkiye û komên çekdarên tundrew ên kirêkirî agirbestê binpê dikin, ew jî di çarçoveya parastina rewa de bersivê didin û ew ne berpirsê wan binpêkirinan in.