Li Qamislo agirbest dîsa hat binpêkirin
PeyamaKurd – Li Qamişlo, çeteyên Dîfa El-Wetenî, îro dîsa bi avêtina hawinan agirbesta ji do ve hatibû ragihandin, binpê kirin.
Li gor zanyariyan, di dema Asayîş li gorî agirbestê li nuqteyên xwe tevdigeriyan, çeteyan Dîfa El-Wetenî derdora saet 8an, bi avêtina hawinan agirbest binpê kirin û şer li derdora Dibistana Hilko destpê kir.
Herwiha, Hêzên Ewlekariya Hundirîn “Asayîş” jî îro dest bi operasyonên ewlehîkirina taxa Tay ji çeteyan kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin