Asayîsa Rojava: Em li Qamislo gihîstin rêkeftina agirbesta daîmî
PeyamaKurd - Asayişa Rojavayê Kurdistanê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn) ragihand ku wan piştî hewlên bi garantoriya Rûsyayê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ew li Qamişlo gihîştine rêkeftina agirbesteke daîmî, bi mercê ku ji aliyê milîsên rejîmê ve binpêkirin çênebin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser rewşa şer û aloziya li Qamişlo îro daxuyaniyek belav kir û eşkere kir, ji bo bidawîna şer û pevçûnên ligel milîsên bi ser rejîma Sûriyê ve, ew bi garantoriya Rûsya û HSDê ew gihîştine rêkeftineke agirbestê ya daîmî.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Bi garantiya Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên Rûsyayê agirbesteke daîmî hate ragihandin, heger tu binpêkirinên ji aliyê milîsên Dîfaa El-Wetenî li hemberî hêzên me çênebin.”
Hêzên Asayişa Rojava daxwaz ji xelkê taxa Tey kir ku vegerin ser malên xwe û diyar kir: “Şêniyên taxa Teyî yên ku ji ber şerê ku van milîsan derxistine, ji malên xwe derketin û dixwazin vegerin dikarin sibe duşemê 26ê Nîsanê serî li nuqteyên me yên ewlehiyê bidin da ku derbasbûna wan û milkên wan ewle bikin.”
Asayişê soza parastinê da niştecihên Taxa Tey a Qamişlo ku piraniya wan Ereb û ji eşîra Tey in û destnîşan kir: “Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez dikin ku parastina şêniyan ji erkên me yên sereke ye, şêniyên taxa Teyî beşek sereke ji bajarê biratiyê û jiyana hevbeş a li bajarê Qamişlo ne. Em soz didin ku em dê di parastina jiyaneke ewle û bi rûmet ji bo wan de berdêlên giranbuha bidin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, îro tevî berdewama agirbestê jî çavkaniyên ji Qamişlo ragihandin ku milîsan careke din agirbest binpê kirine û şer li derdora dibistana Qamişlo derketiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin