Li Sêweregê du malbatên eqrebayên hev lihev xistin: 8 birîndar

27 June 2023 01:03 0 dîtin
Li Sêweregê du malbatên eqrebayên hev lihev xistin: 8 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Sêweregê di navbera du malbatên eqreba de, bi sedema nedana hev ya rê ku bi erebeyan diçûn, munaqeşe derket û paşî bi dar û keviran lihev xistin. Di encamê de 8 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Sêweregê. Di her dû erebeyan de xesar çêbûye û tîmên cendirmeyan li taxê û nexweşxanê tedbîran sitendine.

Di pevçûnê de kesên birîndar bûne; Ramazan, Bedir, Deniz, Saadet, Fehime, Çiğdem İren û ji malbata dinê Ferdi û Hacı İren hene.