Li Silêmaniyê hêrisa dronê: 3 kesan can da
PeyamaKurd - Li Silêmaniyê dronên nasname ne diyar hêrişî otomobêlekê kirin û di encamê de herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Hate ragihandin ku hêriş, li devera nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê pêk hatiye.
Hate gotin ku di encama bombebarana dronê de otomobêl teqiya ye û herî kêm 3 kesên ku di otomobêlê de bûne can dane.
Qaymeqamê Dûkanê jî da zanîn ku di hêrişa ku îro danê nîvro, li nêzîkî xaleke kontrolê pêk hatiye de, li gor agahiyên destpêkê 3 kesan canê xwe ji dest dane.
Rêvebirê Nahyeya Xelekanê Kamran Abdula jî ragihand ku 3 kesên di otomobêlê de ji ber ku şewitîne, ji ber şewatê destnîşankirinha nasnameya wan pir zehmet bûye.
Agahiyên nû tên...

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin