Li Silêmaniyê otomobîlek hate bombe kirin: 3 kesan can da
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 11ê Tebaxê piştî nîvro li ser rêya Miley Nelme dronekê otomobîlek bombebaran kir û 3 kesên tê de can dan.
Li gorî ragihandina rêveberê nehyeya Nalparêzê ya Silêmaniyê Hêmin Îbrahîm, di bombebaranê de 3 kesan can daye ku niha hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.
Hêmin Îbrahîm daye xuyakirin ku otomobîla ku bi dronekê hatiye bombekirin, bi temamî şewitî ye û ew heta niha nizanin bê navên kesên can dane çi ye.
Hêjayî gotinê ye, di demên dawî de êrîşên balafirên bêpîlot ên artêşa Tirkiyeyê li herêma Silêmaniyê bi ser endam û rêveberên PKKê de zêde bûne ku di wan bombekirinan de hejmarek kesan can dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin